Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa tenduristiyê ya girtiya Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Kejal Rehmaniya ku ev 14 roj in di greva birçîbûnê de ye, her ku diçe xirabtir dibe.
Çalakvana Kurd Kejal Rehmanî li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di hucreyeke yekkesî de tê girtin.
Kejal Rehmaniyê ji bo protestokirina desteserkirina xwe û endamên malbata xwe dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Di hefteya duyem a grevê de rewşa tenduristiyê ya Kejal Rehmaniyê cihê metirsiyê ye.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ya ku navenda wê li Parîsê ye ragihand ku Kejal Rehmanî îro ketiye roja 15an a greva birçîbûnê.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, tansiyona Rehmaniyê daketiye û serê wê gêj dibe lê ew red dike ku dawî li greva xwe bîne yan jî li nexweşxaneya girtîgehê were tedawîkirin.
Kejal Rehmanî, destpêka vê mehê bi birayê xwe Danyal Rehmanî û hevjînê xwe Îsa Feyzî re, ji aliyê hêzên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ve bêyî nîşandana ti biryarên dadgehê hatibûn desteserkirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku rayedarên Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê her sê girtiyan bi "endamtiya komên mixalefetê yên li derveyî Îranê" tohmetbar dikin.
Her wiha li ser wan biryara 20 roj girtina demkî hatiye dayîn.
Daxwaza dîtinê ya malbatê hat redkirin
Endamên malbatê ji bo ku cihê Rehmaniyê hîn bibin û wê bibînin serî li Dozgeriya Giştî û Şoreşê ya Kamyaranê daye lê daxwazên wan bi zimanekî tund hatine redkirin.
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, rayedaran ji malbatê re gotiye ku greva birçîbûnê ya Rehmaniyê dê ti bandorê li lêpirsînê neke.
Her wiha rayedaran eşkere kiriye ku eger ew di grevê de bimire ew dê tenê belgeyeke mirinê bidin wan.
Li hêla din, Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê destnîşan kir ku Rehmanî heta fermaneke din ji mafê dîtin û telefonê hatiye bêparkirin.
Her wiha malbata wê ji ber hinek pirtûkên ku di dema desteserkirinê de li mala wan hatine dîtin rastî gefên rayedaran hatiye.
Hîn jî ti agahî li ser cih û rewşa hevjîn û birayê Rehmaniyê nînin û rê nayê dayîn ew parêzer û malbata xwe bibînin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku malbatê bi erêkirina Dozgerê Komarê yê Kamyaranê 15ê Hezîranê karîbû Rehmaniyê ziyaret bike.
Di dema vê serdana li Girtîgeha Jinan a Sineyê de, cîgirê birêvebirê girtîgehê Nasirî bi hinceta ku pêbendî qaîdeya hîcaba bi zorê nebûye heqaret li Rehmaniyê kiriye.
Hat diyarkirin ku wî ew biçûk xistiye û gefa vekirina dozeke nû lê xwariye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a ku navenda wê li Amerîkayê ye, Îranê sala 2025an 2 hezar û 63 kes îdam kirine û ev jî di 30 salên dawî de hejmara herî bilind e.
Komên mafên mirovan ditirsin ku piştî xwenîşandanên li dijî hikûmetê, rayedar zextên xwe yên li ser mixalefetê bidomînin.
Ew ditirsin ku xwenîşander û girtiyên din ên siyasî bi cezayên giran ên wekî îdamê re rûbirû bimînin.
