Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îranê ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê dê bê bersiv nemînin.
Alîkarê Serokê Çavdêriyê yê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ya Hêzên Çekdar ên Îranê Mihemed Cafer Esedî li ser mijarê daxuyanî da Ajansa Nûçeyan a Farsê.
Fermandarê Îranî destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser herêma Dahiyeyê ya Beyrûtê dê bê bersiv nemînin.
8 kes mirin
Îsraîlê li Beyrûta paytexta Libnanê êrişî herêma Dahiyeyê û başûrê welêt kiribû.
Li gorî agahiyan, di wan êrişên asmanî de herî kêm 8 kes mirin.
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew dê îro bi Îranê re peymanekê îmze bikin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand jî ku ew dê îro li gel Amerîkayê peymanê îmze nekin lê egera îmzekirina wê di rojên pêşiya me de heye.
