Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf derbarê peymana aştiyê ya ku tê çaverêkirin li gel Amerîkayê were îmzekirin de daxuyanî da û diyar kir ku divê her du alî jî bi sozên xwe ve girêdayî bin.
Îran û Amerîka gihîştine ber deriyê çareseriyeke dîplomatîk û ji nava Îranê peyamên piştgiriyê tên.
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf derbarê lihevkirina gengaz a navbera her du welatan bi zelalî axivî.
Qalîbaf diyar kir ku di pêvajoya bicihanîna peymanê de ti astengiyê qebûl nakin û got:
"Ti îhtimal û ti hincet ji bo nebicihanîna sozên hatine dayîn tune."
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf vê êvarê ragihand ku “Li ser nivîsa dawî ya peymana aştiyê ya navbera Amerîka û Îranê lihevhatin hat kirin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî da zanîn ku ew di dan û standinên bi Îranê re de gihîştine xaleke dîrokî û dibe ku roja duşemê peymana dawî were îmzekirin.
Berpirsekî payebilind ê Koşka Spî yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, hûrgiliyên qonaxa dawî ya peymana navbera Amerîka û Îranê eşkere kirin.
Berpirsê payebilind ê Koşka Spî ragihand ku peyman dê hemû wan armancên ku Serokê Amerîkayê diyar kirine pêk bîne ku ew jî ev in:
Vekirina Tengava Hurmizê: Azadiya çûyîn û hatinê dê were misogerkirin.
Nehiştina Bernameya Nukleer: Îran dê bernameya xwe ya nukleer bi temamî ji holê rake.
Destdanîna Ser Uranyumê: Amerîka dê dest deyne ser uranyuma meyandî ya Îranê. Li gorî peymanê, ew made dê li cihê xwe were tunekirin û paşê dê derkeve derveyî Îranê.
Aştiya demdirêj: Ji bo misogerbûna aştiyeke demdirêj, Îran êdî dê piştgiriya aborî ya komên çekdar ên li herêmê neke. Li hemberî vê, hemû alî dê rêzê li serweriya axa Îranê bigirin.
Pergaleke kontrolê ya tund: Ji bo pêkanîna pêbendbûneke demdirêj, pergaleke pişkinînê (kontrol) ya tund ji bo bernameya nukleer dê were avakirin.
