Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku artêşa welatê wan ji wan herêmên krîtîk ên ku kontrol kirine venakişe.
Israel Katz diyar kir ku Îsraîl ji stratejiya xwe ya leşkerî tewîzê nade û got ku hebûna Îsraîlê ya li wan herêmên ewle yên li Libnan, Sûriye û Xezeyê dê berdewam bike.
"Em dê ji herêmên ewle tewîzê nedin"
Katz di daxuyaniya xwe ya îro de peyameke zelal da û got, "Îsraîl ji wan herêmên ewle venakişe ku li Libnan, Sûriye û Xezeyê ava kirine."
Wezîrê Parastinê anî ziman ku siyaseta ewlehiyê ya Tel Evîvê naheje e û li şûna "lihevkirinê" ew dê balê bikişînin ser "encamên çareserker."
Bersiva îdiayên medyaya Îranê
Ev daxuyaniya Katz piştî wan nûçeyên medyaya Îranê hat ku angaşt dikirin, ew peymana ku dê li gel Amerîkayê were îmzekirin, dê şer li hemû eniyan (di nav de Libnan jî) bi dawî bike.
Katz bal kişand ser parastina berjewendiyên hevbeş ên li gel Amerîkayê û bi bîr xist ku ew di mijara astengkirina gihîştina Îranê ya bi çekên nukleer, li gel Washingtonê di heman rêzê de ne.
