Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê êrişî başûrê Beyrûta paytexta Libnanê kir.
Ev êriş di demekê de ye ku navbeynkarên Qeterî ji bo bidawîanîna şerê Amerîka û Îranê li Tehranê ne.
Medyaya fermî ya Libnanê ragihand ku balafirên Îsraîlê li taxa Xubeyriyê ya li başûrê Beyrûtê avahiyek kiriye armanc.
Başûrê Beyrûtê wekî navenda sereke ya Hizbulaha Libananê tê dîtin.
Di encama bombebaranê de dûxaneke zêde ji herêmê bilind bû û şêniyên herêmê ji malên xwe derketin.
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de diyar kir ku ev êriş bersiva êrişên dronî yên Hizbulahê yên li bakurê Îsraîlê ne.
Artêşa Îsraîlê roja yekşemê destnîşan kir ku wan li bakurê Îsraîlê 3 dron xistine.
Berteka wezîrên Îsraîlî
Li nav Îsraîlê jî wezîrên rastgir dixwazin ku êrişên li Beyrûtê tundtir û zêdetir bibin.
Wezîrê Darayiyê yê Îsraîlê Bezalel Smotrich li ser Xê da zanîn ku êrişên Hizbulahê yên li bakurê Îsraîlê dê bibe sedema berteka hikûmetê.
Smotrich ji Netanyahu xwest ku "avahiyên li başûrê Beyrûtê birûxîne."
Wezîrê Ewlehiya Niştimanî yê Îsraîlê Itamar Ben-Gvir jî ragihand, "Ji bo her droneke Hizbulahê em dê mûşekekê bi kar bînin; divê başûrê Beyrûtê bilerize."
Navbeynkariya Qeterê
Ev pêşhat di demekê de ye ku du berpirsên herêmê ji Associated Pressê (AP) re ragihand ku navbeynkarên Qeterî îro yekşemê gihîştine Tehranê.
Armanca wan ew e ku peymana di navbera Washington û Tehranê de li hev bînin.
Îran teqez dike ku divê di her cure peymanê de rawestandina êrişên Îsraîlê yên li Libnanê hebe.
Li gorî amarên fermî yên Libnanê, ji destpêka şer ve zêdetirî 3 hezar û 700 kesî hatine kuştin.
Hizbulahê 2yê Adarê ji bo ku tola kuştina Elî Xamineyî ya di êrişên Amerîka û Îsraîlê de hilîne, dest bi avêtina mûşek û dronan a ber bi Îsraîlê ve kiribû.
#VÎDEO - Îsraîlê li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê avahiyek bombebaran kir#Lebanon #Israel pic.twitter.com/zuf3CvvXoF
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 14, 2026
