Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan peymana demkî ya di navbera her du welatan de îmze kir.
Ev peymana demkî ya di navbera Amerîka û Îranê de ji 14 xalan pêk tê.
Armanca sereke ya vê peymanê rawestandina şer û vekirina Tengava Hurmuzê ye.
Li gorî yek ji xalên lihevkirinê, di berdêla vê de Amerîka jî dê dorpêça deryayî ya li ser Îranê rake.
Piştî îmzekirina vê peymanê, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) daxuyaniyeke fermî belav kir.
Daxuyaniya CENTCOMê
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li ser fermana Serokê Amerîkayê, dorpêça li ser bendergehên Îranê hatiye rakirin û wiha got:
"Îro hêzên Amerîkayê li gorî fermana Serok, dorpêça li ser hemû çûn û hatina deryayî ya ji bo bender û herêmên beravê yên Îranê û derketina ji wan rakir.
Hêzên Amerîkayê rê li ber derbasbûna keştiyan a ber bi benderên Îranê yên li Kendava Ereban û Kendava Umanê an jî ya ji wan benderan nagerînin."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemû xebatên leşkerî yên Amerîkayê yên ji bo cîbicîkirina dorpêçê hatine rawestandin.
Her wiha CENTCOMê ragihand ku keştiyên wan ên şer dê li herêmê bimînin da ku kontrol bikin ka peyman tê bicihkirin an na:
"Keştiyên me yên mezin ên şer dê li herêmê bimînin da ku piştrast bin ku hemû xalên vê peymanê bi temamî di meriyetê de ne û pêbendbûna pê re heye."