Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî got, “Herêma Kurdistanê dikare pirsgirêka enerjiyê ya li Îraqê çareser bike.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Sûriye û Îraqê Tom Barrack re civiya.
Civîn roja duşemê li Bexdayê pêk hat û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî beşdarî civînê bû.
"Peymana Amerîka û Îranê girîng e"
Di civînê de rûdanên dawî yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.
Her du aliyan peymana Amerîka û Îranê ya ji bo parastina aramiya herêmê girîng dît.
Her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya piştgirîkirina hikûmeta nû ya Îraqê kir.
Hat destnîşankirin ku divê hikûmet ji krîz û zehmetiyan derbas bibe.
Bi gotina wan bi vî awayî dê aramiya siyasî, aborî û ewlehiyê pêk were.
"Rewatiya hikûmetê tê pirsîn"
Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî dilgiraniya xwe ya li ser têkçûna avakirina kabîneya nû Herêma Kurdistanê xwe nîşan da û got, “Rewatî û pêbaweriya hikûmeta heyî tê pirsîn."
Her wiha di civînê de mijara enerjiyê jî hat gotûbêjkirin.
Serokê YNKyê diyar kir ku Herêma Kurdistanê dikare bi planeke stratejîk pirsgirêka enerjiyê ya li Îraqê çareser bike.
