Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê bi şev bi çekan êrişî şaxeke Banka Yapi Krediyê hat kirin.
Bi şev kes an jî kesên nasnameya wan nediyar bi motorsîkletekê çûn ber şaxa bankê ya li Cadeya Dogan Arasliyê ya taxa Înonuyê û gule lê reşandin.
Karmendên ku serê sibehê ji bo vekirina şaxê çûn, dema şopên guleyan dîtin polîs agahdar kir.
Tîmên polîsan çûn cihê bûyerê, derdora şaxa bankê bi şerîta ewlehiyê girt, lêkolîn kir û delîl kom kirin.
Xebatên polîsan ên ji bo girtina gumanbar an jî gumanbarên ku gule reşandine didomin.
Piştî gotinên Serokê Rûmetê yê Koç Holdingê Rahmî Koç ên ku jinên Kurd kiribûn armanc, li navçeya Sûrê ya Amedê jî bi çekan êrişî şaxeke Yapi Krediyê û hinek ATMyan hatibû kirin.
Di bûyerên 8 û 9ê Hezîranê de jî şaxa bankê û ATM hatibûn armanckirin.
