Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Meksîkayê ku yek ji mazûvanên Kupaya Cîhanê ya 2026an e, bi serkeftineke girîng dest pê kir û bi 2 golên bêbersiv zora tîma Afrîkaya Başûr bir.
Şeva pêncşemê li Stadyuma Aztecê ya Mexico Citya paytext û di nav coşa alîgiran de, lîstikvanên Meksîkayê her ji destpêkê ve bi êrişberî lîst.
Di xuleka 5an de Raul Jimenez nêzîkî gola bipêşketinê bû lê golparêzê Afrîkaya Başûr Williams rê li ber girt.
Zextên Meksîkayê zêde nedomiyan û di xuleka 9an de Julian Quinones torên Afrîkaya Başûr hejandin û gola yekem a turnuvayê avêt.
Her çend Afrîkaya Başûr hewl da ku encamê wekhev bike jî nîveka yekem bi bipêşketina Meksîkayê bi dawî bû.
Di destpêka nîveka duyem de dema ku di xuleka 49an de Yaya Sithole bi karta sor ji lîstikê hat derxistin karê mêvanan girantir bû.
Meksîkayê sûd ji kêmbûna lîstikvanên Afrîkaya Başûr wergirt û di xuleka 67an de Raul Jimenez bi lêdaneke serî ya bihêz goleke din kir.
Afrîkaya Başûr bi 9 lîstikvanan ma
Dawiya maçê tijî alozî û kart bûn. Di xuleka 84an de Zwaneyê ji Afrîkaya Başûr bi karta sor hat derxistin û tîma wî bi 9 lîstikvanan ma.
Berî fîkeya dawî û di xuleka 90+2yan de Cesar Montesê ji Meksîkayê jî bi karta sor ji lîstikê hat derxistin lê belê encam neguherî û Meksîkayê di Koma Ayê de 3 puanên girîng standin.
Tîmên Koreya Başûr û Çekyayê jî di heman komê de ne.
