Hewlêr (Rûdaw) - Şirovekarê siyasî yê Îranê Sadiq Zîbakelam bi fermana desthilata dadweriyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê ya nêzîkî Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, "Vê sibehê li Tehranê mamosteyê berê yê zanîngehê û şirovekarê siyasî Sadiq Zîbakelam hat girtin."
Li gorî ajansê, Desthilata Dadweriyê ya Tehranê diyar kir:
"Tevî wan sînordarkirinên li ser Sadiq Zîbakelam, ew di hevpeyvîneke medyayî de axiviye.
Vê yekê jî kir ku giliyê nû li dijî wî were tomarkirin û fermana çavdêriya dadweriyê tundtir bibe."
Qedexeya derketina medyayê
Niha dosyeya Sadiq Zîbakelam li Dadgeha Çand û Ragihandinê ye û lêkolîn li ser tê kirin.
Desthilata Dadweriyê ya Îranê 14ê Gulanê cezayê 3 mehan qedexekirina her cure çalakiyên medyayî û belavkirina naverokan a li ser torên civakî dabû Sadiq Zîbakelam.
Desthilata Dadweriyê ya Îranê destnîşan kiribû:
"Biryara çavdêriya dadwerî ya li ser qedexekirina her cure çalakiyên medyayî û hilberîna naverokan a li ser torên civakî ya 3 mehan, ji Birêvebirê Berpirs ê Ajansa Nûçeyan a Anayê Sadiq Zîbakelam re hatiye ragihandin."
Sedema desteserkirinê
Li gorî zanyariyên Desthilata Dadweriyê ya Îranê, cezakirina Zîbakelam piştî wê yekê tê ku wî di Ajansa Nûçeyan a Anayê û di bernameya “Polê Hafez” de hevpeyvînek kiriye.
Piştî belavbûna hevpeyvînê, Dozgerê Giştî yê Tehranê li dijî Sadiq Zîbakelam û wê dezgeha ragihandinê ya ku daxuyaniyên wî belav kirine giliyê yasayî tomar kiriye û ji ber vê yekê jî dadgehê biryara cezakirina wî daye.
Sadiq Zîbakelam yek ji mamosteyên zanîngehê û şirovekarên siyasî yên herî navdar ên Îranê ye û di heman demê de birêvebir û berpirsê Ajansa Nûçeyan a Anayê ye.
Ew ji ber daxuyanî û nêrînên xwe yên siyasî çendîn caran rûbirûyî lêpirsînên yasayî bûye.
Helwesta wî ya li ser kuştina Jîna Emîniyê
Sadiq Zîbakelamê ku wê demê mamosteyê Beşa Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Tehranê bû, 8ê Çiriya Pêşîn a 2022yan ji ber helwestên xwe yên li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û kuştina Jîna Emîniyê, ji dayîna dersan a li zanîngehê hatibû dûrxistin.
Sadiq Zîbakelam sala 1949an li Tehrana paytexta Îranê ji dayîk bûye.
Nêzîkî 20 salan e mamosteyê yasayê û zanistên siyasî yê Zanîngeha Tehranê ye û ji bilî wê jî li çendîn zanîngehên din ên Îranê di wî warî de ders dane.
