Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Gumrika Îraqê Dr. Samir Qasim Dawid diyar kir ku Herêma Kurdistanê di nava 3 mehan de derbasî pergala dîjîtal dibe.
Samir Qasim Dawid bû mêhvanê bultena aboriyê ya Rûdawê ku Mihemed Şêx Fatîh pêşkêş dike.
Dr. Samir li ser pêvajoya dîjîtalkirina pergala gumrika Îraqê û lihevkirina bi Herêma Kurdistanê re daxuyaniyên girîng dan.
Bi bicihkirina pergala ASYCUDAyê ya li seranserê Îraqê re, di gumrikan de serdemeke nû dest pê dike.
25 deriyên gumrikê bi temamî bûn dîjîtal
Dawud ragihand ku ji 1ê Kanûna Paşîn a 2025an ve hemû deriyên gumrikê yên bejahî, deryayî û asmanî yên girêdayî Hikûmeta Federal a Îraqê (bi giştî 25 xal) bi pergala ASYCUDAyê bi hev ve hatine girêdan.
Wî diyar kir ku ev pergal kar û barên gumrikê otomatîze dike û destnîşan kir ku destwerdana (midaxele) mirovan ketiye asta herî nizm û rê li ber sextekariyê hatiye girtin.
"Dahat dê du qatan zêde bibe"
Birêvebirê Giştî anî zimên ku hevdîtinên teknîk ên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gihîştine qonaxa dawî û got:
"Em dê hefteya pêşiya me civîna xwe ya dawî bikin da ku nexşerêya dawî diyar bikin.
Em pêşbînî dikin ku di nava du an jî sê mehan de pergal li deriyên Herêma Kurdistanê bi awayekî pratîk dest bi kar bike."
Samir Qasim eşkere kir ku ev yekbûn dê ne tenê proseduran bike yek, dê di heman demê de dahata gumrikê ya Herêma Kurdistanê herî kêm ji sedî 100 zêde bike.
Ji bo bazirganan avantajeke mezin
Yek ji hêsankariyên herî mezin ên ku pergal ji bazirganan re pêşkêş dike, dê gihîştina diravên biyanî be.
Pergala ASYCUDAyê bi Banka Navendî ya Îraqê û platforma diravên biyanî re bi awayekî entegre kar dike.
Bi vî awayî, bazirganên li Herêma Kurdistanê dê karibin kel û pelên ku dê ji derve bikirin ji berê ve di pergalê de beyan bikin û ji Banka Navendî bi bihayê fermî dolar (1320 dînar) bistînin.
Li gorî gotina Dr. Samir, "Bazirgan êdî dê karibin bêyî ku ji ofîsên xwe derkevin kar û barên xwe bikin û dê pêwîstiya wan bi navbeynkaran an jî bazara reş nemîne."
Xalên gumrikê yên navxweyî tên rakirin
Dawid li ser xalên gumrikê yên navxweyî yên ku bi salan e cihê nîqaşê ne jî mizgîniyek da û daxuyand:
"Dema ku pergal li Herêma Kurdistanê hat avakirin û xalên derbasbûnê yên nefermî hatin girtin, dê sedema hebûna ofîsên gumrikê yên li Kerkûk û Mûsilê ji holê rabe. Ev xal dê bi biryara gumrikê bi temamî werin rakirin."
Di dahata gumrikê de zêdebûneke rekor
Samir Qasim amarên 5 mehên pêşî yên sala 2024an parve kirin û ragihand ku dahata gumrikê li gorî heman serdema sala borî ji sedî 60 zêde bûye û ji 1,5 trilyon dînarî derbas bûye.
Wî destnîşan kir ku tevî astengiyên di bazirganiya deryayî de yên ji ber şerên herêmî û aloziyên li Tengava Hurmizê, bi vekirina deriyên bejahî yên wekî Tirêbîl, Rabîe û Welîdê hevsengî hatiye pêkanîn.
"Deriyê Rabîeyê ne hevrikê Îbrahîm Xelîlê ye"
Dr. Samir angaştên ku dibêjin “vekirina deriyên Rabîe û Welîdê yên li ser sînorê Sûriyeyê ji bo dîtina alternatîveke Deriyê Îbrahîm Xelîlê ye” bi tundî red kirin û got:
"Ev derî sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hatibûn rûxandin. Ji ber girtina benderan û pêdiviya lezgîn hatin nûjenkirin.
Deriyên Herêma Kurdistanê beşeke bingehîn a pergala bazirganiya Îraqê ne û nayên paşguhkirin."
Di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de birêvebiriya hevbeş
Birêvebirê Gumrikê bi bîr anî ku pergal sala 2021ê di çarçoveya peymana bi Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) re hatiye avakirin.
Wî diyar kir ku dê heta sala 2028an di bin çavdêriya pisporên Neteweyên Yekbûyî de be û pişt re dê pergal bi temamî radestî Îraqê were kirin.
Her wiha anî zimên ku dê karmendên li Herêma Kurdistanê werin perwerdekirin û tevlî "Tîma ASYCUDAyê ya Niştimanî ya Îraqê" bibin, bi vî awayî dê ji Zaxoyê heta Besreyê tîmeke niştimanî ya yekbûyî kar bike.
Îraq bi vê ASYCUDAyê armanc dike ku di têkoşîna li dijî spîkirina pereyan û fînansekirina terorê de li gorî standardên navneteweyî tevbigere û bi aboriya cîhanê re bi temamî entegre bibe.