Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, pêjgeha kafeyekê teqiya û di teqînê de zerereke madî çêbû.
Kêliya teqîna gazê ji aliyê kamerayên ewlehiyê yên kafeyê ve hat qeydkirin.
Kel û pelan zerer dît
Dema ku xwarin dihat pijandin, ji ber sedemeke nediyar gaza pêjgeha kafeyê teqiya.
Ji ber teqîna gazê camên kafeyê şikestin.
Her wiha zerereke mezin gihîşt kel û pelên di nav kafeyê de.
Karker bi silametî xilas bûn
Karkerên kafeyê ji teqînê ti zerer nedît lê di nav xelkê de tirseke mezin çêbû.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Kêliya teqînê û belavbûna agir, kelî bi kelî di kamerayên ewlehiyê de xuya dike.