Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê malbata Gulistan Dokuyê Alî Çîmen derbarê gumanbarê sereke yê dozê de daxuyaniyeke balkêş da.
Ev daxuyanî li ser îdiayên "têkiliya gumanbarê sereke ya bi keçên temenbiçûk re" bû.
Çîmen bangî kesên ku bûyerên wiha jiyane kir û got, “Wêrek bin, derkevin holê.”
“Dayîkekê telefonî min kir”
Parêzer Alî Çîmen ji ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî Xê parvekirinek kir.
Çîmen diyar kir ku dayîkekê telefonî wî kiriye û tiştên hatine serê xwe jê re vegotine.
Li gorî agahiyên ku Çîmen dane, dayîkê gotiye ku keça wê ya temenbiçûk ji bo betlaneyê li cem dapîra xwe maye.
Dayîkê keça xwe ji wir girtiye lê di derketina Dêrsimê de wesayîta wan ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatiye rawestandin.
Dayîkê îdia kir ku wan bi hinceta "Fermana parêzer heye" keça wê ji bo demekê ji wê veqetandiye.
"Têkiliya wê bi gumanbarê sereke Mustafa re heye"
Alî Çîmen da zanîn ku dayîkê îdia kiriye ku têkiliya keça wê û gumanbarê sereke yê doza Gulistan Dokuyê Mustafa S. heye.
Çîmen her wiha eşkere kir, jê re hatiye gotin ku di dema bûyerê de xebatkarên Polîtîkayên Civakî jî li wê derê bûne.
Çîmen di parvekirina xwe de got ku dayîkê ew qas wêrekî nedîtiye ku derkeve pêşiya raya giştî û wiha pê de çû:
“Bawerî bi min bînin. Ew gumanbarên ku hûn niha jê ditirsin û hûn nikarin derkevin holê, di hucreyên xwe de dilerizin û li benda darizandinê ne.
Civak amade ye we hembêz bike. Li malbata Dokuyan binêrin, li welêt her kes li cem wan e. Dor a we ye, dema we ya hesabpirsînê hatiye.”
"Artêşeke parêzeran amade ye ku we biparêze"
Çîmen anî zimên ku ew amade ne piştgiriya hiqûqî bidin mexdûrên din jî û di daxuyaniya xwe de ev bang kir:
“Em dê li cem we bin. Artêşeke parêzeran amade ye ku we biparêze. Wêrek bin û derkevin holê. Veşartiya we jî dê were parastin.”
