Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî dê kongreya xwe 20ê Îlona îsal li dar bixe û rêzikname û bernameya xwe jî biguherîne.
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Berpirsa Rêxistinkirinê Elif Bulut li ser Kongreya Asayî ya 5emîn a partiya xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
DEM Partî amadehiyên xwe yên ji bo Kongreya Asayî ya 5emîn bi lez û bez didomîne.
Kongreya Asayî ya 5emîn a DEM Partiyê dê 20ê Îlonê Salona Werzişê ya Enqere Arenayê were lidarxistin.
Di çarçoveya xebatên amadehiyê de, dê pêşî li bajar û herêman civîn werin kirin.
Pişt re ev pêvajo dê bi konferanseke navendî bi dawî bibe.
Ji bo birêvebirina vê pêvajoyê komîteya navendî ya kongreyê hat avakirin.
Elif Bulutê diyar kir ku dê di vê kongreyê de rêzikname û bernameya partiyê werin nûkirin û got:
“Ji bo vê guhertinê, em niha mijûlî avakirina komîteyeke taybet in."
Elif Bulutê destnîşan kir ku ji bo amadehiyên destpêkê jixwe li gelek deveran civînan dest pê kiriye.
Konferans meha tebaxê bi dawî dibin
Elif Bulutê da zanîn ku wan bernameya konferansên beriya kongreyê amade kiriye û wiha axivî:
"Di serî de em dê li bajaran konferansan li dar bixin.
Em dixwazin di van konferansan de bi beşdariyeke berfireh, nêrîn û pêşniyarên hemû sazî û derdorên civakî wergirin.
Plana me ya di vê qonaxê de ew e ku daxwaz û pêşniyarên gel ên ji bo guherîn û veguherîneke mezin bibin bingeha şêwaza xebata me."
Bulutê diyar kir ku ev konferans dikarin li gorî taybetmendiyên herêman li bajaran, navçeyan û heta li taxan jî werin kirin û wiha pê de çû:
"Piştî konferansên destpêkê, em dê derbasî konferansên herêmî bibin.
Ji bo nirxandina hemû nêrîn û pêşniyaran em dê komxebatekê pêk bînin.
Di wê komxebatê de hemû encamên ku derketine holê dê yek bi yek werin nirxandin.
Yanî em dê beriya kongreyê, biryarên konferansan wekî bingeha xebatên xwe amade bikin."
Bulutê anî zimên ku armanca wan ew e ku heta dawiya meha tebaxê hemû konferansên herêmî û konferansa giştî bi dawî bibin.
Wê destnîşan kir ku dê di vê navberê de xebat û konferansên taybet ên jinan jî werin lidarxistin.
"Komîteyên amadehiyê hatin avakirin"
Elif Bulutê destnîşan kir ku dê di dema konferans û komxebatan de ji bo diyarkirina Meclisa Partiyê (PM) ya serdema nû jî xebatên hûr werin kirin.
Bulutê li ser xebatan ev agahî dan:
"Em dê li gorî nêrîn û pêşniyarên qadê endamên Meclisa Partiyê diyar bikin.
Piştî temamkirina amadehiyên teknîkî, em dê 20ê Îlonê kongreya xwe ya mezin li dar bixin.
Em di vê pêvajoyê de ji bo guhertina rêzikname û bernameya partiyê komîteyeke taybet ava dikin.
Her wiha ji bo xebatên teknîkî û xurtkirina rêxistinê, çendîn komîteyên girêdayî kongreyê hatin avakirin."
