Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo rakirina parêzbendiya yasayî ya 12 parlamenteran ku Serokê CHPyê Ozgur Ozel jî di nav de ye, 14 fezleke pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê hatin kirin.
Ew fezleke ji bo nirxandinê ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatin şandin.
Serokatiya Parlamentoyê ragihand ku fezlekeyên serokkomariyê yên derbarê rakirina parêzbendiya yasayî ya 12 parlamenteran gihîştine ber destê wan.
Ev fezleke piştî lêkolîna destpêkê, ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve ji Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û Dadê pêk tê re hatin şandin.
Lîsteya parlamenterên ku fezleke li ser wan hene
Di lîsteya parlamenterên ku daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin de ev nav hene:
Serokê CHPyê Ozgur Ozel, Turhan Çomez (ÎYÎ Partî), Mustafa Sarigul (CHP), Îsmet Guneşhan (CHP), Eylem Ertugrul (CHP), Ulaş Karasu (CHP), Suleyman Bulbul (CHP), Cemal Engînyurt (CHP), Cevdet Akay (CHP), Hakan Şeref Olgun (ÎYÎ Partî), Mesut Dogan (Partiya Yeniyolê) û Ahmet Şik (Partiya Karkerên Tirkiyeyê).
Ji bo Ozgur Ozel û Mustafa Sarigul ji bo her yekî du fezleke, ji bo parlamenterên din jî ji bo her yekî fezlekeyek hatiye amadekirin.
Ozgur Ozel bersiva derbarê fezlekeyên li dijî wî hatine amadekirin pirsên rojnamegeran bersivanin û got, "Parastin û vaksîna me li hemberî wan heye."
Daxuyaniya Serokê Parlamentoyê
Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş 9ê Hezîranê derbarê vê mijarê de hişyarî dabû û gotibû:
"Meseleya fezlekeyan deriyê lîstikeke siyasî ya bi temamî cuda vedike.
Di parlamentoyê de niha jî gelek fezleke hene lê bi awayekî xwezayî nayên rojevê."
