Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê li parêzgeha Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê dronekê êrişî motorsîkletekê kir.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê (NNA) drona Îsraîlê li ser rêya di navbera Nebatiye û gundê Zibdînê de motorsîkletek kiriye hedef.
Di encama vê êrişê de her du siwarên motorsîkletê mirin.
Li hêla din, li gorî nûçeyên di medyaya Îsraîlê de cih girtiye, rayedarekî Îsraîlî destnîşan kiribû li Libnanê bi Hizbulahê re agirbesteke nû ketiye dewrê.
Lê belê tevî van angaştan jî êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser axa Libnanê didomin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê her wiha eşkere kir ku di êrişên asmanî yên artêşa Îsraîlê yên di nava rojê de bi giştî 47 kes mirine.
Rayedarekî pilebilind ê Amerîkayê jî ragihandibû ku Îsraîl û Hizbulahê li ser agirbestê li hev kiriye û agirbestê îro saet 16:00an (bi dema herêmî) dest pê kiriye.
