Hewlêr (Rûdaw) - Îro piştî vebûna bazarên Asyayê bihayê petrolê ducare ber bi bilindbûnê ve çû.
Bihayê petrolê nêzîkî ji sedî 2yan zêde bûye û aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de sedema sereke ya bilindbûna bihayê petrolê ne.
Îro bihayê petrola brent a Deryaya Bakur dolar û 45 sentan bilind bû û bermîlek bi 96 dolar û 54 sentan hat firotin.
Bihayê petrola brent doh bi rêjeya ji sedî 7 daketibû.
Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê (WTI) jî bi heman rêjeyê bilind bû û bi 91 dolar û 25 sentan hat firotin.
Bihayê petrola Teksasê doh bi rêjeya ji sedî 5,5 daketibû.
Êrişên CENTCOMê yên li Îranê
Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan êrişî hinek armancên li başûrê Îranê kiriye.
Di nav wan hedefan de hinek kelek hebûn ku wan hewl dida mayîn û teqemeniyan deynin.
CENTCOMê anî zimên ku êrişa wan ji bo parastina hêzên wan bû.
Rewşa Tengava Hurmizê
Medyaya Îranê ragihand ku li Bender Ebasê û li qeraxên Tengava Hurmizê teqîn çêbûne.
Tehranê bi awayekî pratîk rê li ber hemû keştiyên bazirganiyê girtiye ku bêyî razîbûna wan di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Vê yekê bihayê petrolê ji destpêka şer ve bi rêjeya ji sedî 50 bilind kiriye.
