Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê payebilind ê hêzên çekdar ên Îranê Ebûlfezil Şîkarçî îro hişyarî da ku destpêkirina ducare ya êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dê bi bersiveke "giran" û "xurttir" re rûbirû bibe.
Ebûlfezil Şîkarçî ji ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê (Fars) re got:
"Eger herêm bikeve nav şerekî din, bersiva Îranê dê ji sînorên herêmê derbas bibe û dê gelekî giran û xurttir be."
Êrişa li nêzîkî Tengava Hurmizê
Ajansa Farsê îro ragihandibû ku balafirên Amerîka û Îsraîlê li nêzîkî Tengava Hurmizê li keştiyên Îranê xistiye.
Hat ragihandin ku di encama wê êrişê de "çend heb welatiyên Îranê" hatine kuştin.
Hewlên navbeynkariyê û agirbest
Ev êriş di demekê de hatin kirin ku bi serkêşiya Pakistanê ji bo bidawîkirina şer hewlên navbeynkariyê tên dayîn.
Şer 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû û piştî wê Îranê jî bersiv dabû.
Agirbestê 8ê Nîsanê dest pê kiribû.
Ew agirbest paşê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve heta demeke nediyar hatibû dirêjkirin.
