Hewlêr (Rûdaw) - Di maça destpêkê ya Koma Cyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de Brezîlya û Mexrîb 1-1 wekhev man.
Di maçê de VARê biryara kornerekê guherand.
Vê biryarê mohra xwe li maçê xist û di dîroka fotbolê de bûyereke ewil pêk hat.
Kelecana Kupaya Cîhanê ya 2026an didome.
Ev kupa bi mazûvaniya hevpar a Amerîka, Kanada û Meksîkayê tê lidarxistin.
Tîma favorî ya Koma Cyê Brezîlya, di maça xwe ya ewil a turnuvayê de li Stadyuma MetLifeyê derket pêşberî Mexrîbê (Fas).
Berevajî çaverêkirinan Brezîlya li hemberî lîstika bi dîsîplîn a Mexrîbê bi ser neket.
Wekheviya bi golan
Mexrîbê gelekî wêrek û êrişkar dest bi maçê kir. Tîma Mexrîbê xuleka 21ê gola xwe dît.
Ismael Saibari bi qelevanê Brezîlyayê Alisson Becker re rû bi rû ma û bi lêdaneke xweşik tîma xwe 1-0 xist pêş.
Bersiva Brezîlyayê ya ji bo vê golê dereng nema.
Stêrkê Real Madridê Vinicius Junior xuleka 32yan derket ser dikê û gola wekheviyê avêt û skor bû 1-1.
Di nîvê duyem ê maçê de her çendî zexteke mezin hebû jî ti golên din nehatin tomarkirin.
Di dîroka fotbolê de ji VARê biryara ewil
Di biryarên hakeman de kêliyeke balkêş çêbû. Vê kêliyê ne tenê rahêner û alîgir, hemû cîhana fotbolê matmayî hişt.
Biryara lêdana kornerekê ya di berjewendiya Brezîlyayê de hatibû dayîn, piştî vekolîna VARê biryar hat betalkirin.
Heyeta hakeman li ser monîtorê li pozîsyonê temaşe kir.
Hakeman tesbît kir ku gog herî dawî li lîstikvanê Brezîlyayê ketiye û çûye derve. Hakeman biryara xwe wekî lêdana qeleyê guherand.
Ev pêkanîn di dîroka fotbolê de kete nava qeydan.
Cara ewil e ku VAR yekser midaxeleyî biryara kornerekê dike û şêweyê destpêkirina lîstikê diguherîne.
Puan hatin parvekirin
Di têkoşîna dijwar de her du tîm jî bi encama 1-1ê ji qadê veqetiyan û wan bi puanekê dest bi turnuvayê kir.
Brezîlya dê di maça duyem a komê de derkeve pêşberî Haitiyê û li serkeftina xwe ya yekem bigere.
Mexrîb jî dê maça bê bi Skotlandê re bilîze.

