Hewlêr (Rûdaw) - Tîma neteweyî ya Almanyayê maça xwe ya yekem a di Kupaya Cîhanê ya 2026an de dilîze û stêrkekî Kurd pêşengiya xeta êrişê ya tîmê dike.
Almanya di çarçoveya pêşbirka koma pêncan de li hemberî tîma neteweyî ya Curaçaoyê dilîze.
Maç li Stadyuma NRGyê ya li bajarê Houstonê yê Amerîkayê tê lîstin ku nêzîkî 72 hezar kes dikarin li stadyumê maçê temaşe bikin.
Almanyayê roja şemiyê antrenmana xwe dawî ya ji bo vê maçê li North Carolinayê kir.
Tîma Julian Nagelsmann ji bo maça yekem bi temamî amade ye.
Stêrkê Kurd Denîz Undav
Di nav refên tîma Almanyayê de, Denîz Undav ku stêrkekî Kurd e û xelkê Rihaya Bakurê Kurdistanê ye, yek ji êrişberên herî diyar ên tîmê ye.
Ji roja ku Undav di tîmê de cih girtiye ve, roleke girîng di maçan de lîstiye û ji bo maça îşev amade ye.
Almanyaya ku xwediya 4 sernavên Kupaya Cîhanê ye, di du Kupayên Cîhanê yên borî de bi awayekî neçaverêkirî di qonaxa komê de hatibû derxistin.
Ew dixwaze îsal encameke baştir ji wan her du caran bi dest bixe.
Daxuyaniya Julian Nagelsmann
Rahênerê Almanyayê Julian Nagelsmann li ser maçê got:
"Curaçao tîmek e ku di vê şampiyonayê de ne favorî ye.
Em Dawid û Golyat dibihîzin û em vê yekê di futbolê de gelekî dibînin.
Ew tîm in ku cara yekem e tevlî Kupaya Cîhanê dibin lê dîsa jî dikarin asteke bilind nîşan bidin."
Nagelsmann li pey çû û anî ziman:
"Ew tîmek e ku gelek maç lîstine; ji sedî 90ê pêkhateya wan berê li Holendayê lîstiye.
Yekîtiya Futbolê ya Holendayê bi perwerde û rahênanên xwe gelekî navdar e.
Lîstikvanên wan ên baş gelek in, loma divê kalîteya rahênanên wan bilind be.
Dikarin asteke fîzîkî û teknîkî ya gelekî baş nîşan bidin.
Ew yek jî her tim pêşbaziyê zehmettir dike."

