Hewlêr (Rûdaw) - Derxistina pêlavan a li ber derî bi salan e di navbera çandên Rojhilat û Rojava de dibe sedema nîqaşan.
Niha ev mijar ket bin mîkroskopa zanistê.
Lêkolîneke mîkrobiyolojiyê ya li Brîtanyayê rastiyeke metirsîdar eşkere kir..
Li gorî lêkolînê, ew pêlavên ku em bi wan li derve digerin, ne tenê herî û tozê, bakteriyên kujer jî vediguhêzin heta ber serê me.
Piştî ku Pedja Trifunovicê Sirbî û dergistiya wî ya Amerîkî Sophia li ser medyaya civakî li hev nekir her nîqaşan dest pê kir.
Vê cudahiya nêrînan agirê nîqaşeke cîhanî geş kir.
Li welatên wekî Rojhilata Navîn, Asya û Balkanan, bi pêlavan derbasbûna nav odeyan wekî bêhurmetî û qirêjiyeke mezin tê dîtin.
Lê di çanda Rojava de, daxwazkirina derxistina pêlavan ji mêvanan, carinan wekî tevgerteke "piçûkxistinê" tê dîtin.
Rastiya zanistî çi dibêje?
Beşa Cîhanî ya BBCyê, ji bo ku bersivekê ji vê nîqaşê re bibîne, berê xwe da laboratuvareke mîkrobiyolojiyê.
Di vê mijarê de Japonyayê ti carî tawîz nedaye.
Antropolog Dr. Fabio Gygi dibêje ku di malên Japonan de cihên taybet ên bi navê "genkan" hene.
Genkan ne tenê ji bo rêkxistina pêlavan e, her wiha sînorekî felsefî ye jî.
Fabio Gygi ferqa di navbera her du cîhanan de wiha tîne zimên:
"Bi awayekî sembolîk, derve qada gemarî, metirsî û pîsatiyê ye.
Hundirê malê jî ew warê pîroz e ku divê paqij bimîne.
Paqijî ne tiştekî xwebexş e, ew encama hewldan û parastineke berdewam e."
Bakteriyên ku li ser xalîçeyan dijîn
Mîkrobiyolog Dr. Sarah Pitt ji Zanîngeha Brightonê, lêkolînek li ser cotek pêlavên werzişê kir ku tenê hefteyekê li derve hatibûn bikaranîn.
Dema ku nimûneyên ji binî û serê pêlavan di bin mîkroskopê de hatin kontrolkirin, dîmenekî metirsîdar derket pêşberî pisporan.
Di lêkolînê de bakteriya “Staphylococcus aureus” hat dîtin.
Ev mîkrob di kesên saxlem de dibe sedema birînên giran.
Lê di zarok û kal û pîran de dibe sedema nexweşiya pişikê (zaturre) û enfeksiyonên xwînê.
Her wiha hat selmandin ku mîkrobên wekî “E. coli” bi rêya pêlavan rasterast derbasî nav malê dibin.
Metirsiya li ser zarokan
Dr. Pitt hişyarî da ku ew bakterî dikarin bi rojan di nav malê de, nexasim di nav rîşiyên xalîçeyan de zindî bimînin û got:
"Eger hûn bi pêlavan li ser xalîçeyê bimeşin, hûn wan bakteriyan careke din şiyar û çalak dikin.
Heke di mala we de zarokekî ku nû fêrî çûyînê dibe û bi çalepkê diçe hebe, metirsî mezintir e.
Ew rûberên ku pêlav lê ketine rasterast dibin çavkaniya nexweşiya wî zarokî."
Pêlavan li ber derî derxin
Li gorî Dr. Pitt, encamên lêkolînê cihê nîqaşê nahêlin û ew dibêje
"Li kû dera cîhanê bin ferq nake, bi pêlavan gera li nav malê ne tenê 'bêedebî' ye.
Di heman demê de metirsiyeke mezin a tenduristiyê ye.
Ji bo ku hûn malbata xwe biparêzin, gava hûn ketin hundir divê hûn teqez pêlavên xwe derxin."
Pispor şîretê li kesên ku naxwazin pêlavên xwe derxin dikin.
Ew dibêjin bila di malên xwe de xalîçeyan ranexin û herî kêm hefteyê carekê bi dermanên taybet erdê paqij bikin.
Lê dîsa jî mertalê herî bihêz ê li dijî nexweşiyan, hiştina pêlavan a li pişt derî ye.
