Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku peymana bi Îranê re hatiye kirin hîn ne peymaneke dawî ye û got, “Eger ez ji peymanê razî nebim dibe ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê ji nû ve dest pê bikin.”
Trump li civîna rojnamegeran a hevbeş a bi Serokkomarê Misirê Ebdulfetah Sîsî re axivî.
Wî li ser dan û standinên bi Îranê re, rûdanên li herêmê û aboriya cîhanî daxuyanî dan.
“Îran dê nebe xwediyê çekên atomî”
Bi gotina Trump bi Îranê re "peymaneke gelekî bi hêz" hatiye kirin.
Wî îdia kir ku ew peymana ku hîn naveroka wê nehatiye eşkerekirin dê rê li ber bidestxistina çekên atomê ya Îranê bigire.
Trump got ku bi saya peymanê "bi îhtimala ji sedî 99,9" Îran dê nebe xwediyê çekên atomê.
Wî destnîşan kir ku peyman ji bo aramiya herêmê jî girîng e.
Serokê Amerîkayê her wiha îdia kir ku eger peyman pêk neyê, nepêkan e ku Tengava Hurmizê vekirî bimîne.
“Eger ez razî nebim em dê dîsa bombebaran bikin”
Trump tekez kir ku ew metna ku bi Îranê re hatiye amadekirin hîn ne peymaneke pêbendker e.
Wî di axaftina xwe de gotinên tund bi kar anîn û got:
“Ev tenê peymaneke hevtêgihiştinê ye. Eger ez jê razî nebim, em dikarin dîsa li wan bixin û dest bi bombebarankirinê bikin.”
Trump diyar kir ku eger Îran li gorî mercên peymanê tevnegere, dê vebijêrka leşkerî li ser maseyê bimîne û got:
“Peyman hîn teqez nebûye. Eger ew aqilmend tevnegerin, em dê dîsa li wan bidin.”
“Me rê li ber bihabûna petrolê girt”
Trump rewşa aboriyê jî nirxand û diyar kir ku bihayê petrolê nêzîkî asta beriya krîzê bûye.
Wî da zanîn ku bi saya gavên Amerîkayê rê li ber bihabûnê hatiye girtin.
Trump diyar kir ku borseyan jî dest bi vegera rewşa xwe ya asayî kirine.
Wî anî zimên ku bi saya operasyonên li herêmê, rê li ber krîzeke mezin a li bazarên enerjiyê hatiye girtin û wiha domand:
“Eger me ev yek nekiribûya, dibû ku bihayê bermîleke petrolê derketa 300 dolarî."
Îdiayên li ser hilberînên li Îranê red kirin
Trump ew îdia derewandin ku digotin Amerîka dê bi sed milyaran dolaran hilberînê li Îranê bike.
Trump da zanîn ku wan qedexe nekiriye ku hilberîn li Îranê were kirin û got:
“Kî bixwaze dikare hilberînê bike lê em wekî Amerîkayê sentekî jî nadin Îranê.”
Serokê Amerîkayê got ku ew nûçeyên dibêjin Washington dê 350 milyar dolarî li Îranê hilberînê bike ne rast in.
Peyamên Sûriye û Misirê
Trump di axaftina xwe de qala rûdanên li Sûriyeyê jî kir û eşkere kir ku wî li gel serokê Sûriyeyê qala mijara têkoşîna li dijî Hizbulahê kiriye.
Trump diyar kir ku ew dê li gel Serokkomarê Misirê têkiliyên bazirganiyê binirxînin.
Wî destnîşan kir ku meseleya bendava li ser Rûbarê Nîlê jî di nav mijarên hevdîtinê de ye ku demeke dirêj e cihê nîqaşê ye.
