Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Swîsreyê îro bi awayekî fermî ragihand ku dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de hatine bipaşxistin.
Ev dan û standin ji bo bicihanîna peymana lihevtêgihîştinê ya bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn bûn.
Ev biryar çend demjimêran piştî betalkirina serdana Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ya Swîsreyê hat dayîn.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê di peyamekê de ku AFPyê belav kiriye, li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir:
"Ew dan û standinên plankirî yên ku biryar bû di navbera Amerîka, Îran, Qeter û Pakistanê de bi rê ve biçin, hatine bipaşxistin."
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê dema nû ya destpêkirina gotûbêjan eşkere nekir û da zanîn:
"Swîsre ji bo hêsankirina van dan û standinan her tim amade ye.
Amadehiyên pêwîst ên li navçeya Burgenstockê didomin."
Koşka Spî: Vance îro naçe Swîsreyê
Koşka Spî da zanîn ku serdana şandeya Amerîkayê ya bi serokatiya Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance hatiye bipaşxistin.
Şande dê ji bo destpêkirina dan û standinên teknîk ên bi Îranê re biçûya Swîsreyê.
Koşka Spî eşkere kir ku serdan ji ber aloziya rêkarên lojîstîkî yên taybet bi pêvajoya gotûbêjan hatiye bipaşxistin.
Berdevkekî Koşka Spî li ser pêşhatên dawî yên peymana di navbera Washington û Tehranê de daxuyanî da û anî ziman:
"Planên taybet bi dan û standinên teknîk ên paşerojê hîn bi dawî nebûne lê belê şandeya Amerîkayê amade ye di derfeta yekem a guncav de bi rê bikeve."
Wî berdevkî destnîşan kir ku rêkarên lojîstîkî yên van cure dan û standinan ti carî sade yan jî pêşbînîkirî nebûne.
Trump û aştî
Serokê Amerîkayê Donald Trump tekezî li ser pêbendbûna temam a Washingtonê ya ji bo aştiya li Rojhilata Navîn kiriye.
Trump roja pêncşemê li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir û diyar kir ku Amerîka bi temamî pêbendî anîna aştiyê ya li herêmê ye.
Trump bangî hemû aliyên Rojhilata Navîn kir ku pêbendî agirbestê bin ku dan û standin bi serkeftî bi pêş ve biçin.
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku nûçeyên peymanê bandoreke erênî li bazarên darayî kiriye û got:
"Bazar ji van rûdanan hez dikin. Petrol bi awayekî berbiçav erzan bûye û nirxê pişkan jî gelekî bilind bûye."
Trump di peyama xwe de destnîşan kir ku Washington li benda agirbesteke temam û giştgîr a li hemû eniyên şer e û bi taybetî bal kişand ser şerê Hizbulah û Îsraîlê yê li Libnanê.
Trump eşkere kir ku pêwîst e li hemû wan cihan şer were rawestandin ku biryar bû bi îmzekirina vê peymanê ya li Swîsreyê agirê şer were vemirandin.
.webp&w=3840&q=75)