Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump vê carê bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê kir armanc.
Trump ji ber siyaseta wê ya Îranê û helwesta wê ya li ser NATOyê bi zimanekî tund Meloni rexne kir.
Trump ducare kir ku Meloni di dema civîna G7ê de gelek caran xwestiye bi wî re wêneyan bigire.
Trump di parvekirina xwe de îdia kir ku populeriya Meloniyê ya li Îtalyayê kêm bûye.
Wî diyar kir ku yek ji sedemên vê yekê ew e ku Meloni piştgirî nedaye hewldanên Amerîkayê yên ji bo rêlibergirtina bidestxistina çekên nukleerî ya Îranê.
Serokê Amerîkayê da zanîn ku Meloni di dema operasyonên li dijî Îranê de rê nedaye ku Amerîka balafirgeh û baregehên Îtalyayê bi kar bîne.
Trump îdia kir ku vê yekê ji bo Amerîkayê di warê lojîstîkê de "zehmetiyeke mezin" çêkiriye.
‘Ji bo parastina Îtalyayê em bi sedan milyar dolaran xerc dikin’
Trump anî zimên ku Amerîka ji bo parastina Îtalya û hevpeymanên xwe yên "bi navê NATOyê" her sal bi sedan milyar dolaran xerc dike û got:
"Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni, di dema civîna G7ê ya li Fransayê de gelek caran daxwaz kir ku bi min re wêneyekî bigire.
Populeriya wê ya li Îtalyayê pir kêm e. Sedema vê yekê dibe ku ew be ku wê di mijara rêlibergirtina çekên nukleerê ya Îranê de piştgiriya Amerîkayê nekiriye. (Heman tişt NATOyê jî kir!)
Wê her wiha rê neda ku em balafirgeh û qadên daketinê yên Îtalyayê bi kar bînin. Vê yekê di warê lojîstîkê de zehmetiyeke mezin çêkir.
Ji ser re jî Amerîka ji bo parastina Îtalya û hevpeymanên din ên 'bi navê' NATOyê her sal bi sedan milyar dolaran piştgirî dide.
Niha jî piştî ku Amerîkayê di warê leşkerî de Îran têk bir, ew dixwaze ji bo ku di rapirsînan de rêjeya xwe zêde bike, dîsa bibe dostê me. Na, spas!"
Ev parvekirina Trump wekî nîşaneya derketina ducare ya nîqaşên li ser siyaseta Îranê û parvekirina derbarê NATOyê ya di navbera Washington û Romayê hat nirxandin.
Lê belê hikûmeta Îtalyayê heta niha li ser van îdiayên Trump ti daxuyanî nedaye.
"Ji bo wêne bigire lava kir"
Trump doh jî ji medyaya Îtalyayê re gotibû ku wê "ji bo wêne bikişîne lava kiriye".
Doh kanala televizyonê ya Îtalyayê La7ê li gel Donald Trump hevdîtinereke telefonî kir û Serokê Amerîkayê di vê hevdîtinê de qala civîna xwe ya li gel Meloni ya di dema civîna G7ê de jî kir.
Kanalê tomara deng bi dublaja Îtalyanî weşand. Li gorî vê tomarê, Trump ji nûçegihanê Îtalyanî re gotiye, "Serokwezîra we çawa ye?"
Piştî ku nûçegihan civîna wî ya li gel Meloniyê ya berî çend rojan bi bîr xist û pirsî ka ew li ser vê civînê çi difikire, Trump wiha bersiv da:
"Eger heye ku ew ji ber ku min pê re xeber daye kêfxweş bûbe. Ez ne neçar bûm ku ez pê re biaxivim!"
Serokê Amerîkayê pişt re got, "Wê ji bo wêne bigire lava li min kir.
Bi her awayî dixwest bi min re wêneyekî bigire. Min nedikir lê ez ber ketim û min qebûl kir."
"Ez jî Îtalya jî em ti carî lava nakin"
Piştî van gotinên ku li Îtalyayê dengvedaneke mezin çêkir, Meloniyl bi rêya vîdeoyekê bersiv da û got:
"Hinek tişt hene ku divê mirov yekser bersiva wan bide.
Daxuyaniyên Donald Trump bi temamî derew in. Bi rastî ez şaş mam.
Ez fêm nakim çima Serokê Amerîkayê li hemberî hevpeymanên xwe wiha tevdigere, ji xwe ev ne cara ewil e."
Meloniyê her wiha Trump bi wê yekê tawanbar kir ku "li hemberî dijminên Rojava û Amerîkayê nermtir tevdigere" û wiha pê de çû:
"Lê bila vê yekê ji bîr neke: Ez jî Îtalya jî em ti carî lava nakin!"
Serdan hat betalkirin
Piştî vê nîqaşê, Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani ragihand ku wî serdana xwe ya Amerîkayê ya ku ji bo hefteya bê hatibû plankirin betal kiriye.
Şopîner û şirovekar tekez dikin ku di dîroka nêz de aloziyeke bi vî rengî ya di têkiliyên her du welatan de nehatiye dîtin.
Desthilat û mixalefetê ve piştgiriyeke mezin da Meloniyê.
Lê belê hinek navên di nav mixalefetê de Serokwezîr tawanbar kirin ku berê gelekî nêzîkî birêvebiriya Trump bûye.
Serokwezîrê berê Matteo Renzi got, "Daxuyaniyên Trump wekî her car metirsîdar in.
Serokwezîr Meloniyê jî di dawiyê de vê yekê fêm kir: Rojbaş Giorgia, rojbaş.
Serokwezîra hêja, di dawiyê de te fêm kir ku hevpeymaniya bi van kesan re tê wateya dijayetiya Îtalyayê?"
