Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bertek nîşanî êrişa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê da.
Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê îro êrişî başûrê Beyrûta paytexta Libnanê kir.
Artêşa Îranê jî ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser Libnanê dê bê bersiv nemînin.
Donald Trump piştî van rûdanan bi rêya hesabê xwe yê Truth Socialê xwest ku ti alî êrişî hev nekin.
Peyama Donald Trump bi vî rengî ye:
“Nedibû ku êrişa vê sibehê ya li ser Beyrûtê biqewimiya, bi taybetî di rojeke taybet de ku em ew qasî nêzîkî Peymaneke Aştiyê ya bi Îranê re ne.
Mafê Îsraîlê heye ku li hemberî gefan xwe biparêze lê ew êrişa ku Îsraîlê bersiva wê dida gelekî biçûk û bê wate bû.
Di wê êrişê de kesek neêşiya, birîndar nebû û nemir. Divê ev êriş vê pêvajoya girîng xera neke.
Em gelekî nêzîkî peymanekê ne ku dê aştiyê bîne herêmê, Libnan jî di nav de, û divê hemû alî bisekinin.
Divê êdî Îsraîl li ti derê Libnanê êrişan neke lê divê aliyên din jî, Hizbulah jî di nav de, li dijî Îsraîlê êrişan nekin.
Ev dikare bibe destpêka aştiyeke dirêj û xweşik, werin em vê derfetê xera nekin!
Ji bo bala we ya li ser vê mijarê spas.
Serok DONALD J. TRUMP.”
Li hêla din, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku ew dê îro bi Îranê re peymanekê îmze bikin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand jî ku ew dê îro li gel Amerîkayê peymanê îmze nekin lê egera îmzekirina wê di rojên pêşiya me de heye.
