Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de mînîbuseke rêwiyan û kamyonek li hev qelibîn.
Di qezayê de 3 mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, qeza serê sibehê li ser rêya derdora Geverê li xaçerêyekê çêbûye.
Mînîbusa rêwiyan a şirketa Van Goluyê û kamyonek li hev qelibîn.
Nasnameyên şofêrên her du wesayîtan hîn nehatine diyarkirin.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Du kesan li cihê qezayê mirin
Di qezayê de 2 kesên ku di mînîbusê de bûn li cihê bûyerê mirin.
Tîmên tendurustiyê 3 kesên birîndar jî piştî midaxeleya pêşî bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.
Li nexweşxaneyê jî kesek mir.
Hat zanîn ku ajokarê kamyonê di nav wesayîtê de asê maye.
Tîmên agirvemirandinê yên Şaredariya Geverê ew şofêr ji cihê wî derxist û ew veguhast nexweşxaneyê.
Polîsan li cihê qezayê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.
Hat û çûna li ser rêyê demekê bi kontrol hat kirin.
Li ser sedema qezayê dest bi lêkolîn û lêpirsîn hat kirin.
