Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê pergaleke parastina asmanî ya Îtalyayê li bajarê Konyayê were bicihkirin.
Armanca vê yekê bihêzkirina parastina asmanî ya NATOyê ye.
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê diyar kir ku ew pergala navborî dê li Konyayê bê bicihkirin.
Li baregeha balafirên şer tê bicihkirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev pêngav di çarçoveya "Plana Parastina Daîmî ya NATOyê" de tê avêtin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Bi mebesta xurtkirina parastina asmanî ya hevpeymaniyê, pergala parastina asmanî ya Îtalyayê ya cureyê SAMP-T dê were bicihkirin.
Ev pergal dê li Fermandariya Baregeha Sereke ya 3yemîn a Balafirên Şer a li Konyayê bê bicihkirin."
Pergala SAMP-T wekî yek ji pergalên herî nû yên parastina asmanî yên Ewropayê tê naskirin.
Ev pergal li dijî balafir û mûşekan tê bikaranîn.
