Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş civiyan.
Ev civîn di demekê de hat kirin ku gavên yasayî yên ji bo pêvajoya çareseriyê di rojevê de ne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Koşka Serokkomariyê ya li Enqereyê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya.
Serokatiya Parlamentoyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê vê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Birêz Numan Kurtulmuş li Koşka Serokkomariyê qebûl kir."
Rojev Yasaya Çarçoveyê ye
Derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin parvekirin.
Lê ev hevdîtin di demeke krîtîk de pêk hat. Niha sererastkirinên yasayî û "Yasaya Çarçoveyê" ya ji bo pêvajoya çareseriyê di rojevê de ne.
Di vê çarçoveyê de Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî sêşema borî bi Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş re civiyabû.
Heeyeta DEM Partiyê ragihandibû ku gavên yasayî yên pêvajoyê rojeva sereke ya civînê bûn.
Heyeta Îmraliyê li ser civînê ev daxuyanî dabû:
"Me nêrîn, bendewarî û hincetên xwe yên derbarê pêwîstiya derxistina 'Yasaya Çarçoveyê' de anîn zimên.
Divê ev yasa beriya ku parlamento were girtin derkeve çimkî ji bo pêvajoyê xwedî girîngiyeke mezin e."
Piştgiriya Kurtulmuş
Numan Kurtulmuş jî di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo vê daxwaza DEM Partiyê diyar kiribû.
Parlamentoya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya derbarê civînê de gotibû:
"Di civînê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku heta niha di pêvajoyê de bipêşketinên girîng hatine tomarkirin.
Li gorî berpirsyariyên saziya siyasetê encamên berbiçav hatine bidestxistin.
Hat diyarkirin ku ji bo pêvajoya 'Tirkiyeyeke Bêteror' bi serkeftî were temamkirin, girîng e li parlamentoyê xebatên pêwîst bên kirin û sererastkirinên yasayî bikevin meriyetê."
DEM Partî pêdagir e ku "Yasaya Çarçoveyê" di Tîrmehê de bê derxistin.
Niha çavê raya giştî ji bo vê gava parlamentoyê li AK Partiyê ye û bi taybetî jî li Serokkomarê Tirkiyeyê ye.
