Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê heftem û dawî yê koçberên Efrînî yên li herêma Cizîrê îro berê sibehê saet 03:y00an ji bajarê Qamişloyê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Karwanê nû ji zêdetirî 1,600 malbatên ji Dêrik, Qamişloyê, Hisîça û Girkê Legê pêk tê û dê îro derbasî bajarê Efrînê bibe.
Nûçegihana Rûdawê ya Qamişloyê Vîviyan Fetahê di bultena Nûrojê de ragihand ku ev karwanê dawî yê birêkxistinkirî ye ku ji Cizîrê ber bi Efrînê ve tê şandin.
Heftaro: Malbatên mayî dê bi serê xwe vegerin
Berpirsê Foruma Civakî ya Efrînê Îbrahîm Heftaro li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:
"Ev karwanê dawî ye. Nêzîkî 400-500 malbatan mane ku dibe ew jî li gorî rewşa xwe yek bi yek vegerin."
Peymana HSD û Şamê
Vegera koçberan yek ji bendên sereke yên peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê de ye.
Li gorî amarên fermî, hejmara malbatên Efrînî yên li Cizîrê zêdetirî 8,000an bû.
Pêvajoya vegerê
Pêvajoya vegerê di heft qonaxan de pêk hat:
Karwanê 1ê: 400 malbat
Karwanê 2yan: 200 malbat
Karwanê 3 û 4an: 2,000 malbat
Karwanê 5an: Nêzîkî 1,000 kesî
Karwanê 6an: 1,300 malbat
Karwanê 7an: Zêdetirî 1,600 malbatî
Her wiha 19ê Gulana 2026an jî karwanek ji Kobaniyê ber bi Efrînê ve bi rê ketibû ku 623 malbatên Efrînî pêk dihat û ew malbat heta hingê li Kobaniyê diman.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew dê ji bo vegerandina hemû koçberên mayî jî hewlên xwe bidomînin.