Hewlêr (Rûdaw) - Siyamend Efrîn diyar kir ku heta niha 8 hezar û 720 malbatên Efrînî vegeriyane axa xwe lê nêzîkî 1300 malbatên Efrînî hîn jî li herêma Cizîrê ne.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ê Hisîçayê Siyamend Efrîn, bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku bi birêketina karwanê heştemîn û dawî yê koçberên Efrînî re “rûpeleke biêş a koçberiyê” tê girtin ku nêzî neh salan dom kiriye.
“Nêzîkî 1300 malbatan mane”
Siyamend Efrîn di daxuyaniya xwe de got, "Heta niha 8 hezar û 720 malbat vegeriyane ser axa xwe. Nêzîkî 1300 malbatên din jî mane.
Ew jî dê piştî qedandina xwendina zarokên xwe û karên xwe yên heyî, ji aliyê saziyên pêwendîdar ve werin vegerandin da ku dosyaya vegera hemû koçberan were temamkirin."
Siyamend Efrîn ji bo “hewldanên wan ên rasterast û hevahengiya wan a di pêkanîna vê peymanê û derbaskirina astengiyan de” spasiya Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kir.
Her wiha spasiya nûnerê serokatiyê yê ji bo şopandina vê dosyeyê kir û hêvî kir ku ev pêngav bibe destpêka vegera hemû koçberên Sûriyeyî.
Siyamend Efrîn di berdewamiya daxuyaniyê de, rêzdarî û spasiya xwe pêşkêşî gelê herêmên Cizîr û Feratê kir ku bi salan koçberên Efrînî hewandine.
Her wiha spasiya Asayîşa Hisîçayê, Ewlekariya Giştî ya Helebê, Birêvebiriya Efrînê, tîmên tenduristiyê û rêxistinên mirovî kir ku di parastin, birêxistinkirin û alîkarîkirina karwanên vegerê de kedeke mezin daye.
Siyamend Efrîn destnîşan kir ku ev veger nîşana girêdana gelê Efrînê ya bi ax û nasnameya wan ve ye û bi heman awayî ber bi avakirina Sûriyeyeke aram, ewle û piralî ve gaveke sereke ye.