Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir, diyarkirina 120 milyar dînaran wekî pişka mehane ya Bexdayê ya ji dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê ne li ser bingeheke zanistî ye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Youth Hubê (Navenda Ciwanan) a li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê de li ser mijarên girîng ên wekî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, dahata navxwe û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê axivî.
Mesrûr Barzanî li ser vekirina navendê peyamek da ciwanan û anî ziman:
"Ez hêvî dikim serkeftî bin û baweriya wan bi xwe hebe.
Kurdistan welatekî xweş e û hêviya me pir e ku em karibin avatir bikin lê ev berpirsyarî dikeve ser milê ciwanan."
Dahata navxwe û petrol
Mesrûr Barzanî di beşeke axaftina xwe de qala dahata Îraq û Herêma Kurdistanê kir û da zanîn, dahata Îraqê bi giştî kêm bûye "çimkî hinartina petrolê ji ber şer û pirsgirêkên herêmî daketiye."
Mesrûr Barzanî li ser rola Herêma Kurdistanê ya di zêdekirina dahata Îraqê de anî ziman:
"Me hewl daye ku em alîkariya hikûmeta federal bikin ku hilberîna navxwe û hinartina petrolê zêde bibe."
Serokwezîr eşkere kir ku şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê jî amade ne careke din dest bi hinartina petrolê bikin lê ji bo ku bixebitin ji Bexdayê garantiyê dixwazin.
Mesrûr Barzanî li ser pirsa dan û standina bazirganî ya li Herêma Kurdistanê diyar kir ku hinartin û hawirdekirina kel û pelan wekî rêyek ji bo zêdekirina dahatê, "ji ber wan nakokiyên ku berê bi hikûmeta federal re hebûn û sepandina biryarekê (sîstema Asycuda) ya li ser Herêma Kurdistanê, kêm bû."
Serokwezîr ragihand ku wan hewl daye li ser sîstema elektronîk a Asycudayê bi Bexdayê re bigihin têgihiştineke hevpar û li pey çû:
"Ez hêvî dikim, ev têgihiştin bibe peyman ku bazirganiya li Herêma Kurdistanê asayî bibe ku ev yek bê guman dikare dahata navxwe zêde bike.
Bi zêdebûna dahatê, ez bawer dikim Îraq û Herêma Kurdistanê dê jê sûdê wergirin."
Asycuda, şêwazeke navneteweyî yê birêvebirina gumrikê ye ku bazirganiya derve tê de hatiye birêxistin û agahiyan li ser cureyên kel û pelên bazirganî dide, her wiha hêsankariyê ji bo rêkarên veguhastina kel û pelan dike.
"Me xwest nîvê dahata me ji bo Bexdayê be"
Ji ber ku dahata Herêma Kurdistanê kêm bûye, behsa wê yekê tê kirin ku şandina 120 milyar dînaran a mehane wekî pişka Bexdayê (ku berê li ser hatibû lihevkirin) bibe nîvê dahata mehane.
Mesrûr Barzanî li ser pişka Bexdayê ya ji dahata navxwe got:
"Wê demê ew 120 milyar dînar li gorî biryareke takekesî bû, yanî ti bingehên wê yên zanistî nebûn ku ew qas pere ji dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê bidin hikûmeta federal."
Serokwezîr eşkere kir ku tiştê yasayî, şandina nîvê dahatên federal ên Herêma Kurdistanê ye ji bo Bexdayê û da zanîn:
"Lê di dema borî de, ji ber êrişên li ser qadên petrolê, me nikarîbû petrolê hinarde bikin, lewma dahat bi giştî daketin."
Mesrûr Barzanî piştrast kir ku wan pêşniyarek daye Bexdayê ku li şûna 120 milyar dînaran, nîvê dahata Herêma Kurdistanê bidin Bexdayê û destnîşan kir:
"Ew pêşniyar berê jî hebû ku nîvê wê dahata Herêma Kurdistanê li gorî xişteya pêdaçûnê bidin hikûmeta federal, em dixwazin bi wî şiklî berdewam bike."
Hevahengiya Hewlêr û Bexdayê
Îro di civîna heftane ya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê de pêşniyara avakirina navendeke hevahengiyê ya bi hikûmeta federal re hat kirin.
Mesrûr Barzanî li ser erkê wê navendê got:
"Pêwendiyeke me ya berdewam bi hikûmeta Îraqê re heye.
Gelek caran pirsgirêk derdikevin lê ev navend ne tenê ji bo çareserkirina pirsgirêkan e."
Wî her wiha ragihand, navenda hevahengiyê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de "carinan ji bo pêşniyar û pêşkêşkirina fikran e, loma ez bawer dikim ji bo ku ev pêwendî tendurist be û kar bi lez bi rê ve biçin, hebûna vê navendê pêdivî ye. Em dikarin piraniya pirsgirêkan di dema xwe de çareser bikin."
Meaşê karmendan û avakirina hikûmetê
Beşek ji axaftinên Mesrûr Barzanî li ser mijara meaşê karmendên Herêma Kurdistanê bû û da zanîn:
"Em bi hêvî li wê pêwendiya bi hikûmeta niha û bi taybetî bi Serokwezîr Birêz Elî Zeydî re dinêrin.
Mijara meaş jî bi meaşê hemû xelkê Îraqê ve hatiye girêdan."
Serokwezîr eşkere kir ku li ser dabînkirina meaş ji Bexdayê re hatiye gotin, "Em hêvî dikin ji meaşê beşên din ên Îraqê neyê cudakirin û bi ti awayî tev li mijarên siyasî neyê kirin."
Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de bangî hemû aliyan kiribû ku dest ji "xwexwiriyê" berdin û piştî cejnê bi hev re rûnin.
Mesrûr Barzanî li ser vê mijarê got, "Em bi biryara Cenabê Serok Barzanî re ne. Em bi wê yekê re ne ku parlamento were çalakkirin û hikûmet were avakirin."
Serokwezîr her wiha destnîşan kir ku niha mijara pêkanîna hikûmetê û çalakkirina parlamentoyê dimîne ser aliyên siyasî yên din "ka ew çi qas amade ne rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin."
Zêdetirî 19 meh in hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin lê heta niha aliyên serkeftî, bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) nekariye li ser avakirina kabîneya dehem a hikûmetê bigihin peymanekê.