Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke berpirs a ji nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hûrgiliyên peymana 29ê Kanûna Paşîn a li ser tevlîkirina hêzên wan a nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji Rûdawê re eşkere kirin.
Wê çavkaniya ku nexwest em nav eşkere bikin, da zanîn ku hîn 8 hezar şervanên wan tevlî ti hêzên dewletê nebûne.
Lîwayên HSDyê li kû hatine bicihkirin?
Li gorî gotinên wê çavkaniyê, 3 lîwayên HSDyê di çarçoveya avakirina Firqeya 60î ya Artêşa Sûriyeyê de li baregehan bi cih bûne.
Ew lîwa li Hisîça (Kewkeb û Baregeha Qesrikê), li Qamişloyê (Tertib) û li Dêrikê (Ketîbeya Dêrikê) hatine bicihkirin.
Perwerdeya leşkerî
Heman çavkaniyê diyar kir ku endamên lîwayan dê bi qonaxan li akademiyeke leşkerî ya li gundewarê Şamê werin perwerdekirin.
Her wiha dê fermandarên lîwa û ketîbeyan jî li Koleja Şer a Himsê werin perwerdekirin.
Çavkaniya me bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya valakirina baregehên HSDyê û “radestkirina wan a birêvebiriya sivîl a parêzgehê” didome.
Heman çavkaniyê sedema neqedandina pêvajoya tevlîkirinê jî wiha anî zimên:
"Hejmara şervanên HSDyê li gorî hejmara ku di nav lîwayan de li ser li hev hatiye kirin gelekî zêde ye, lewma gotûbêjên ji bo bicihkirina hemû şervanan didomin."
Hejmar û dabeşkirina şervanan
Çavkaniya me eşkere kir ku piştî bûyerên dawî hejmara şervanên HSDyê yên ku mane 20 hezar e û ew wiha hatine dabeşkirin:
- 4 hezar şervan tevlî Hêzên Ewlehiya Hundirîn û saziyên ewlehiyê bûne.
- 5 hezar şervan tevlî sê lîwayan bûne ku nû hatine avakirin.
- Nêzîkî hezar xortên Efrînî bi malbatên xwe re vegeriyane bajarê xwe.
- 2 hezar xortên din ên Efrînî li bendê ne ku bi awayekî hevaheng vegerin û tevlî yekîneyeke leşkerî ya li wir bibin.
Rewşa malbatên şehîdan
Çavkaniyê li ser rewşa malbatên şehîd û birîndaran jî destnîşan kir ku di navbera HSD û Wezareta Parastinê de hevahengî hatiye kirin û wezaret dê hemû xizmetguzariyên wekî mûçe û pêdiviyên din pêşkêşî wan bike.
8 hezar şervan tevlî nebûne
Li gorî agahiyên ku wê çavkaniyê dane me, hîn 8 hezar şervanên HSDyê hene ku tevlî ti saziyên leşkerî yan ewlehiyê nebûne û gotûbêjên ji bo dîtina çareseriyan û bicihkirina wan didomin.
