Hewlêr (Rûdaw) - Keriyê gundê Deştaovê ye li navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bê çêrî maye.
Keriyê pez ji ber qedexeya Parêzgariya Bedlîsê di sînorên gund de asê mane û rê nayê dayîn ku pez li zozan û çêrgehan biçêre.
Parêzgariya Bedlîsê bi hinceta ku di navbera gundê Deştaovê û Giranê de dibe sedeme şer û pevçûnan zozan û çêrgehên li sînorên gund qedexe kirine.
“Nahêlin em ji vê deştê derkevin”
Îsmet Ceymak bi van gotinan qala qedexeyê kir:
“Dewletê li me qedexe kiriye. Mirovên li herêmê bi zora çeka xwe li me qedexe kirine. Ev der 300-400 sal e gundê me ye.
Li me qedexe kirine, nahêlin em ji vê deştê derkevin. Zozan ji hemû gundan re serbest e, tenê li me qedexe kirine û nahêlin em biçin zozanên gundê xwe.”
Ajeldarên li Deştaovê dibêjin, ji ber pirsgirêka çêriyê hejmara pezê li gund ku sala borî 20 hezar bû, îsal daketiye 10 hezaran.
“Em perîşan bûne”
Koçerê bi navê Mustafa Ceymak jî di heqê rewşa xwe de wiha peyivî:
“Em perîşan bûne, ev der li me qedexe kirine. Nahêlin pezê me derkeve çiyayên me. Cerdevanan erdê me qedexe kirine.
Agahiyên şaş dane parêzgar û parêzgar jî li me qedexe kiriye. Dema pezê me ji deştê derdikeve, leşker ceza li me dibirin. Em gelekî perîşan in û wê heywanên me biqelin û namînin.”
Gundiyên Deştaovê dibêjin ku wan ji bo çareseriyê serî li Parêzgariya Bedlîsê û parlamenterên AK Partî û DEM Partiyê daye lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
.jpg&w=3840&q=75)