Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Acenteyên Geştê û Xwedîotelên Geştyariyê ya Mezopotamyayê (METOSAD) Veysî Kaya ragihand ku di 5 mehên destpêkê yên sala 2026an de milyonek û 470 hezar geştyar bi şevê li otelên Mêrdîn, Riha, Amed û Êlihê mane.
Yekîtiya Acenteyên Geştê û Xwedîotelên Geştyariyê ya Mezopotamyayê (METOSAD) 15ê Hezîranê bi beşdariya nûnerên sektora geştyariyê yên bajarên Mêrdîn, Riha, Amed û Êlihê li oteleke Mêrdînê civîneke medyayê saz kir.
Serokê METOSADê yê Giştî Veysî Kaya, Serokê METOSADê yê Rihayê Alî Canberk, Serokê METOSADê yê Êlihê Erdal Budak û Serokê METOSADê yê Mêrdînê Ozgur Gurgor beşdarî civînê bûn.
Veys^, Kaya di civîna medyayê de ragihand ku herêmê bi hezaran salan mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û niha bûye navenda bawerî, çand û bazirganiyê.
Kaya got ku di pênc mehên destpêkê yên sala 2026an de milyonek û 470 hezar geştyar li otelên 4 bajaran mane û armanca wan a heta dawiya salê 5,5 milyon geştyar e û biland:
“Li Amedê di 5 mehên destpêkê de 420 hezar geştyar mane, li Rihayê 510 hezar, li Mêrdînê 380 hezar û li Êlihê 260 hezar kes mane.
Li 4 bajaran bi tevahî milyonek û 470 hezar kes li otelan mane lê şiyana me ji vê bêhtir e.
Armanca me em vê hejmarê pirtir bikin û wiha bikin ku 12 mehan geştyar werin û em salnameyeke geştyariyê amade bikin.”
