Hewlêr (Rûdaw) - Lindaya du salî ji dayîkbûnê ve nabihîze. Her çend heta niha nekariye tu dengî bibhîze jî ew gelekî ji bavê xwe hez dike.
Lînda bi zimanê îşaretê (zimanê ker û lalan) li gel bavê xwe diaxive û dikene.
Malbata Lindayê ji bajarê Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Silêmaniyê di xaniyekî bi kirê de dijî.
Rewşa wan a aborî ne baş e ku karibin bi lêçûna nêzîkî 20 hezar dolarî emeliyata çandina lûlpêça guh ji bo wê bikin.
Bavê Lindayê, Ferhad, derbarê destpêka derketina nexweşiya keça xwe ji Rûdawê re got:
“Dema ku şeş mehî bû fêm kir ku guhên wê nabîzin. Ji me re gotin ku dê bi amûra bihîstinê baş bibe lê her baş nebû.
Niha çavê me li rehma Xwedê û alîkariya xêrxwazan e da ku keça me rizgar bibe.”
Di nexweşxaneyên dewletê de amûr nînin
Li gorî raporên bijîşkî, yekane çareseriya Lindaya piçûk emeliyata çandina lûlpêça guh e.
Di nexweşxaneyên dewletê de jî ji ber nebûna amûrên pêwîst ev emeliyat nayê kirin.
Lêçûna vê emeliyetê di nexweşxaneyên taybet de zêdetirî 20 hezar dolaran e.
Ev yek ji bo malbateke hejar û karker wekî çiyayekî giran e.
Tenê sê salên wê mane
Niha Linda û malbata xwe li benda destê xêrxwaziyê yê kesên dilbirehm in.
Ew dixwazin deryaya bihîstinê li ber wê vebikin û wê ji vê bêdengiya kujer rizgar bikin.
Pisporê Guh Dr. Pêşrew Burhan li ser rewşa Lindayê got:
“Pêdiviya vê zarokê bi emeliyata çandina lûlpêça guh heye.
Lêçûna wê gelek e û divê hikûmet li stûyê xwe bigire.
Eger ev kar zû neyê kirin, dê ev zarok heta mirinê ker û lal bimîne.”
Niha tenê sê sal li pêşiya Lindayê mane. Eger heta 5 saliya wê ev emeliyat ji bo wê neyê kirin, ew dê heta hetayê di cîhana bêdengiyê de bimîne.