Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê malbateke ji 6 kesî ji ber bêkarî, nexweşî û gefa derxistina ji malê rûbirûyî karesateke mirovî bûye.
Bavê malbatê ji ber birîna tiliyên xwe û nexweşiyê nikare kar bike. Keçika wan a 10 salî jî ji bo dabînkirina pereyê elektrîkê neçar maye porê xwe bifiroşe.
Ew niha meh û 20 roj in di tariyê de dijîn û xwediyê malê jî tenê heta dawiya vê mehê wext daye wan da ku malê vala bikin.
Keziya xwe ji bo deynê elektrîkê firot
Piştî ku meh û 20 roj elektrîka malê hat birîn, Dua û dayîka wê biryareke dijwar da.
Ew çûn navendeke bedewkariyê û Duayê keziyên xwe yên dirêj bi 70 hezar dînarî firotin.
Duayê ji Rûdawê re got, "Xwişkên min ji ber bêelektrîkiyê û germê nexweş ketibûn, loma ez neçar mam porê xwe bifiroşim.
Porê min gelekî dirêj û xweşik bû. Dilê min tim li ser e û ez gelekî pê êşiyam lê min ji bo elektrîkê wisa kir."
Ji ber nexweşiyê kes kar nade wî
Ev malbat li taxa Beroşkê ya navenda Dihokê dijî.
Bavê Duayê Ferîd Feysel ku berê di nanpêjxaneyê de dixebitî, beriya 10 mehan ji ber amûreke birînê sê tiliyên destê wî hatin birîn.
Tevî ku wî sê neştergerî derbas kirine jî, ew hîn baş nebûye.
Ferîd Feysel li ser rewşa jiyana wan ji Rûdawê re axivî û got:
"Nexweşiya ketinê bi min re heye û min kîsikê zerevê jî derxistiye.
Ez tenê karê nanpêjxaneyê dizanim lê ji ber birîndariya destê xwe nikarim bixebitim.
Xwediyên karan naxwazin berpirsyariya nexweşiya min bigirin ser xwe, çimkî ez her tim dikevim erdê û şopên birînan li ser serê min diyar in."
Xem ne tenê elektrîk e
Xemên vê malbatê tenê elektrîk nîne. Ferîd ev 10 meh in kirêya xênî nedaye ku mehane 180 hezar dînar e.
Xwediyê malê jî hişyarî daye wan ku divê heta serê mehê xênî vala bikin.
Bavê Duayê dibêje, "Tenê hêvî û xwesteka min ew e ku odeyeke min hebe û ez ji kirêdariyê rizgar bibim."
Hêviya wan tenê xêrxwaz in
Çar keçên vê malbatê hene. Keça wan a herî mezin 12 salî û ya herî biçûk jî yek salî ye.
Ji ber bêderfetiyê, wan heta niha nekariye qerta niştimanî ya zarokên xwe nû bikin.
Heta para wan a xwarinê ya mehane jî nîne. Çimkî nûkirina formê hewceyî çûna bajarê Mûsilê û xerciyeke zêde ye ku ev yek ji destê wan nayê.
Niha jiyana vê malbatê tenê bi hêviya alîkariya xêrxwazan maye.