Hewlêr (Rûdaw) - Li Hewlêrê bi amadebûna nûnerên Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Konsulê Giştî yê Fransayê û gelek berpirsên hizbî û fermî peykerê Generalê Fransiz Charles de Gaulle hat danîn.
Dezgeha Rwangayê bi hevkariya Konsulxaneya Fransayê û Enstîtuya Fransayê merasîma danîna peykerê Serokê berê yê Fransayê General Charles de Gaulle li dar xist.
Charles de Gaulle yek ji general û serkirdeyên dîrokî yên Fransayê ye ku Rêberê Şoreşa Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî sala 1968an nameyek ji wî re şandibû û ji bo têkoşîna gelê Kurd piştgirî xwestibû.
Serokê Dezgeha Rwangayê Hesen Şêx Eladîn di gotarekê de anî ziman ku îro salvegera du rûdanên mezin ên dîrokî ye.
Hesen Şêx Eladîn diyar kir ku 18ê Hezîrana 1947an Pêşewayê Kurdan Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji bo berdewamkirina rihê şoreşgerî yê gelê Kurd û rêlibergirtina dagirkeriyê ji Çemê Arasê derbas bûn.
Her wiha 18ê Hezîrana 1940î jî salvegera wê banga dîrokî ya General Charles de Gaulle ye ku li dijî dagirkeriya Naziyan kiribû.
Hesen Şêx Eladîn da zanîn ku ev her du rûdan ji bo dîroka gelê Kurd, gelê Fransiz û mirovahiyê xalên werçerxanê ne.
Eladîn destnîşan kir ku dagirkerî û bangewazî du tiştên wisa ne ku di dîrokê de ti carî xwe ji stûyê gelê Kurd bernedane.
Nameya Barzaniyê Nemir a ji bo De Gaulle
Serokê Dezgeha Rwangayê bal kişand ser naveroka nameya Barzaniyê Nemir a ku sala 1968an ji Serokê Fransayê yê wê demê re şandibû.
Barzanî di nameya xwe de ji De Gaulle re gotibû:
"General, rê bide kalekî wekî min ku vê daxwaza giring ji we re bişîne. Kalekî ku ji destpêka ciwaniya xwe ve ji bo azadî û parastina rûmeta gelê xwe têdikoşe. Hûn mezintirîn têkoşerê serhildanê yê li Ewropayê ne. Hûn in ku we welatê xwe ber bi serfiraziyê ve bir. Hûn nikarin li hemberî hestên gelê Kurd ê çiyayî bêdeng bimînin ku 6 salên temam e li bakurê Îraqê di têkoşîneke bêrawestan de ye.
Ji wê jî zêdetir, hûn Serokê Fransayê ne. Serokê wê neteweya bilind û mezin in ku prensîbên azadiyên siyasî û bingeha mafê çarenivîsa gelan pêşkêşî cîhanê kir. Her wiha hûn General de Gaulle, rizgarîxwazê hemû welatên biyanî yên Fransîaxêv in, dijminê sondxwarî yê her cure çewisandinê û dostê rastîn ê kesên azadîxwaz in."
Hesen Şêx Eladîn diyar kir ku dema mirov bi hûrgilî li vê nameyê dinêre, mirov dibîne ku Barzanî Fransa wekî navenda azadiyê dîtîye.
Wî destnîşan kir ku ev name ne tenê peyameke siyasî û dîplomatîk bû di heman demê gotûbêjeke di navbera du serkirdeyan de bû ku her duyan jî tehma tal a dagirkeriyê û bihayê bilind ê azadiyê dizanî.
Peykerê Gandhi û De Gaulle li heman parkê ne
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî jî di merasîmê de axivî û bal kişand ser giringiya Parka Samî Ebdulrehman.
Sefîn Dizeyî diyar kir ku ev der heta sala 1991ê baregeheke leşkerî ya rejîma Beasê bû û xelk ji ber çewisandin û zilmê ditirsiya ku di ber re derbas bibe.
Dizeyî anî ziman ku piştî sala 1991ê rewş guherî û Cîgirê Serokwezîrê wê demê Samî Ebdulrehman dest bi projeya avakirina vê parkê kir.
Sefîn Dizeyî destnîşan kir ku beriya 5-6 salan bi beşdariya Serok Nêçîrvan Barzanî peykerê Mahatma Gandhi li vê parkê hatibû danîn û niha jî peykerê serkirdeyekî din ê mezin ê sedsala 20an lê hat bicihkirin û got:
"Cihê şanaziyê ye ku Charles de Gaulle li Hewlêrê be.
Du general di du demên cuda û du cografyayên cuda de lê her duyan jî ji bo neteweyên xwe şer kir û ji bo berdewamkirina têkoşîna xwe bi biryar bûn."
Pêwendiyên Kurdistan û Fransayê
Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve bal kişand ser peywendiyên dîrokî û anî ziman:
"Pêwendî û şandina nameyan a di navbera Barzaniyê Nemir û General De Gaulle de bandoreke mezin li biryara rast a neşandina çekan a ji Îraqê re kir çimkî ew çek dê li dijî jin û zarokên vî welatî bihatana bikaranîn."
Dizeyî her wiha diyar kir ku wan ev dostanî di serdemên dijwar de ava kiriye û pişt re bi serokên wekî Mitterrand, Sarkozy, Hollande û niha jî bi Serok Macron re berdewam kiriye.
Wî amaje bi wê yekê kir ku li Hewlêr û Silêmaniyê xaçerêyên Danielle Mitterrandê hene û li Parîsê jî kolanek bi navê Pêşmergeyan hatiye binavkirin.
"Ruhê berxwedanê li Kurdistanê jî heye"
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî di merasîmê de axivî û da zanîn ku ev peyker ji aliyê peykersazê Kurd Aram Nasir ve hatiye çêkirin ku berê li Fransayê xwendekar bûye.
Yann Braem diyar kir ku vekirina vî peykerî li Hewlêrê ji bo wan xwedî wateyeke mezin e û li pey çû:
"Ruhê berxwedanê li Kurdistanê jî heye.
Ruhê berxwedanê yê li dijî hovîtiya rejîma Sedam Husên û di van demên dawî de jî li dijî hovîtiya terorîstên DAIŞê."
Konsulê Fransayê destnîşan kir ku ev peyker û nameya Barzaniyê Nemir a ku li kêleka wî hatiye danîn, nîşaneya kûrahî û hêza dostaniya Fransa û Kurdistanê ne.
Yann Braem di dawiya axaftina xwe de got ku berxwedan ne tenê armancek e, di heman demê de zemînek e ji bo lihevhatin û aştiyê.