Hewlêr (Rûdaw) - Di Koma Byê ya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026an de Kanada û Bosniya 1-1 wekhev man.
Di Koma Byê ya Kupaya Cîhanê ya FIFA 2026an de Kanada û Bosniya hatin pêşberî hev.
Maça ku li Stadyuma Torontoyê hat lîstin, 1-1 bi dawî bû.
Gola Bosniyaê xuleka 21ê Jovo Lukic avêt.
Gola wekheviyê ya Kanadayê jî xuleka 79an Cyle Larin avêt.
Di Koma ku Swîsre wekî favorî tê nîşandan de, ev maç ji bo pêşbirka duyemtiyê xwedî girîngiyeke krîtîk bû û her du tîman jî puanek stand.
Bosniya dê di maça xwe ya duyem a Koma Byê de bi Swîsreyê re bilîze.
Yek ji tîmên mazûvan Kanada jî dê derkeve pêşberî Qeterê.

