Hewlêr (Rûdaw) - Di maça yekem a Koma Dyê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de Amerîkayê 4-1 zora Paraguayê bir.
Beriya maça ku li Stadyuma Los Angelesê hat lîstin, merasîma vekirina beşa Amerîkayê ya turnuvayê bi rê ve çû.
Di organîzasyona ku şovên dîtbarî hatin kirin de hunermendên navdar Future, Anitta, Lisa, Rema û Tyla derketin ser dikê.
Piştî ku alayên 48 welatên ku di Kupaya Cîhanê de dilîzin birin qadê, yek ji stranbêjên navdar ên Amerîkayê Katy Perry derket ser dikê û piştî şovan maçê dest pê kir.
Amerîkayê zû dest bi golan kir
Her du tîman jî bi êrişên dualî dest bi maçê kir û Amerîka di xuleka 7an de bi pêş ket.
Pulisic ji 2 reqîbên xwe filitî, ji milê çepê ve ket qada cezayê û pas da McKennie.
Di asîsta ku vî lîstikvanî şand qadê de Bobadilla derbeke rind li topê xist û top şand torên tîma xwe û Amerîka 1-0 ket pêş.
Amerîka piştî ku bi pêş ket zexta xwe zêdetir kir û di xuleka 31ê de Pulisicê ku ji milê çepê ve çû pişt parastinê, pas da Balogunê ku ber bi xala penaltiyê ve diçû.
Vî lîstikvanî bi nava pêyê xwe top ji milê çepê yê golparêz ve şand toran û maç kir 2-0.
Amerîkayê di xuleka 45+5an de ferq kir 3.
Balogunê ku li ser pasa dirêj a Tillman tevgeriya, ji 2 reqîbên xwe filitî û ji nav qadê bi şûteke tund top şand toran û nîvê yekem bi serdestiya 3-0î ya Amerîkayê bi dawî bû.
Reyna gotina dawî got
Nîvê duyem bi êrişên dualî dest pê kir.
Paşê Amerîkayê lîstik hêdî kir û Paraguayê di xuleka 73yan de gola xwe avêt.
Li ser pasa Enciso, Mauricioyê ku li milê çepê yê qada cezayê bi topê re civiya, ji erdê ve li topê xist û ew şand toran û maç bû 3-1.
Di maçê de gola dawî ya Reyna bû û lîstikvanê ku di xuleka 90+8an de top hat ber lingê wî, ji milê rastê yê qadê bi derveyî pêyê xwe top ji milê rastê yê golparêz şand toran û encam diyar kir: 4-1.
Maç bi serdestiya 4-1ê ya Amerîkayê bi dawî bû.

