Hewlêr (Rûdaw) - Di Koma Eyê ya Kupaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an de Almanyayê di maça xwe ya yekem de 7-1 zora Curaçaoyê bir û Denîz Undavê Kurd mohra xwe li maçê da.
Almanyayê bi lez dest bi maçê kir û xuleka 6an bi gola Nmecha 1-0 ket pêş.
Curaçaoya ku cara ewil e beşdarî Kupaya Cîhanê dibe, xuleka 21ê bi gola Comenencia encam kir 1-1.
Curaçaoyê bi gola Comenenciayê di dîroka turnuvayê de gola xwe ya pêşî tomar kir.
Piştî ku encam bû wekhev, Almanyayê zexta xwe zêde kir.
Xuleka 38an ji lêdana kornerê ya ku Brown şandibû nava qada ceza, Nico Schlotterbeck bi serî gok şand nav toran û maç kir 2-1.
Almanyayê xuleka 45+5an bi penaltiya Havertz golek dît û nîvê yekem ê maçê 3-1 bi dawî bû.
Denîz Undav û şahiya golan
Tîma ku bi lez dest bi nîvê duyem kir jî dîsa Almanya bû.
Xuleka 47an Musialayê ku bi pasa kûr a Kimmich lez girtibû, ji milê rastê ve ket qada ceza û bi şuteke tund gok şand nav toran û encam bû 4-1.
Almanyayê xuleka 68an jî ferq derxist 4an.
Li ser pasa Denîz Undav a nav qada qeleyê, Brown gok şand torên qeleyê û encam bû 5-1.
Di xuleka 78an de Almanyayê goleke din jî dît.
Kimmichê ku di nava qada ceza de gok standibû, pas da Denîz Undavê ku di pozîsyoneke guncav de bû. Denîzê Kurd gok şand qeleya vala û encam bû 6-1.
Havertzê ku bi pasa kûr a Denîz Undav wergirt, ji milê çepê ve gok di ser qelevan re avêt û skora maçê diyar kir: 7-1.
Denîz bi golek û 2 asîstan mohra xwe li maçê da û Almanyayê bi vê ferqa dîrokî di maça yekem de 3 puan berdan binê xurcika xwe.
Her wiha Rahênerê Curaçaoyê Dick Advocaat ê 78 salî, di dîroka Kupaya Cîhanê de bû rahênerê herî bi temen ê ku derketiye maçê.

