Hewlêr (Rûdaw) - Swêdê di Koma Fyê ya Kupaya Cîhanê de 5-1 zora Tûnisê bir û 3 puanên xwe standin.
Golên ku serkeftin ji tîma Graham Potter re anîn ji aliyê Ayari (2), Isak, Gyökeres û Svanberg ve hatin tomarkirin.
Swêd û Tûnis di maça yekem a Koma Fyê ya Kupaya Cîhanê ya 2026an de hatin pêşberî hev.
Swêd di lîstika ku li Stadyuma Monterreyê (Meksîka) hat lîstin de bi encama 5-1ê bi ser ket.
Swêdê bi lez dest bi nîvê yekem kir û xuleka 7an bi gola Yasin Ayari 1-0 ket pêş.
Swêdê zexta xwe domand û xuleka 30î bi gola ku Alexander Isak tomar kir ferq derxist 2yan.
Tûnisê jî xuleka 43yan bi gola Omar Rekik encam kir 2-1 û bi hêvî çû jûra cilguhertinê.
Ayari encam diyar kir
Swêdê di nîvê duyem de jî kontrola lîstikê di destê xwe de girt û xuleka 60î bi gola Viktor Gyökeres careke din ferq derxist 2yan.
Mattias Svanberg xuleka 86an a maçê tor hejandin û ferq derxist 3yan.
Yasin Ayari di xulekên zêdekirî de careke din derket ser dikê û xuleka 90+6an bi gola xwe encama maçê diyar kir.
Swêdê bi vê encamê re bi 3 puanan dest bi Kupaya Cîhanê kir û Tûnis jî di maça xwe ya yekem de bê puan ma.
Swêd dê di maça xwe ya duyem a Koma Fyê de bi Holendayê re bilîze.
Tûnis jî dê derkeve pêşberî Japonyayê.
Di maça din a komê de jî Holenda û Japonya 2-2 wekhev man.

